✦
✒ ŞİİR

Qetek Asîman

Qetek Asîman

Miradê Miradan · Şiir
çavên xwe vekirin li rojê
qetek asîman hat ji xoşewîstê

mistek av çirpand rûyê xwe
qetek asîman ji derya çav hat

cilûberg bi narînî li xwe kirin
qetek asîman çi xweşik li bejnê hat

hinek nan xwar, firek av vexwar
qetek asîman ji qirpikê hilat

awirên ‘ewreng li asîman asê hiştin
qetek tav û
dilop
*
*
*
dilop
*
*
*
baran ji şi’îrê hat.

*Ji pirtûka Radîşo, Weşanên Şor, 2019
*Bi destûra nivîskarî ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.