✦
✒ ŞİİR

Ramûsanên Qedexe

Ramûsanên Qedexe

Aydin Orak · Şiir
Di rojên qedexe yên derketina kûçeyan de
Bi meherkên qetiyayî di reşên şevan de
Ji mijankên te û lêvên şermok
Bêzagon û bêqedexe
Xweş bûn
Baş bûn
Ramûsan
Ango! Min standin ramûsan bi barê hespan.

Bêrawest im li rawestgehên te
Kelehên sîngên te hidûdên namûsê ne
Ji tiliyên lingan heta porê seran
Ramûsanên qedexe ne
Weke mirin û jiyanê.
Dîwarên kevirîne ramûsanên te
Tilîlî kêm nabin ji dîlanên te.
Dilê te yê hesinî bi zincîr e
Siya xençerê pir kûr e.
Girêdayîne ramûsanên te bi têlên direhî
Êsîr in di nav mahkumên reşik de
Veşarîne ramûsan di lêvên te yên qedexe de.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.