✦
✒ ŞİİR

Rexnegirî

Rexnegirî

Çiya Mazî · Şiir
Hêrsa demekê
Em ji hevdû xeyîdandin
Min dilê te hişt
Ji bîra min naçe
Niqrîskên te
çiqasî tûj
çiqasî kûr bûn
Ez fêm nakim
çawa min dilê xezala xwe hişt
Pêwist e ji min re hezkirina te
û hevaltiya te
Bibore...
Min fêm kir êdî ez neheq im
Ez dixwazim dîsa bi te re
Em şad bin wekî rojên me yî berê
Lewre ji te pê ve tuneye
Bi kesî re ew germî
Bi kesî re ew dilnermî
Zarokên me jî hene
Wekî sê kulîlkên biharê
Wekî hev in
Êdî tu bipejirînî
û biborînî
Emê li hevdû werin
Bibore...
1990
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.