✦
✒ ŞİİR

Riwê Te

Riwê Te

Kemal Necîm · Şiir
Mîna zivistanê bû
wê salê
bayê qerecdaxê
di hembêza edûlê de
kulîkên berfê
diçinîn
û bi ser riwê te de
berdabûn… !
û her ku berf dibarî
riwê te
ku mîna kenê
zarokekî,
germbû
bi ser tenahiya min de
diwerivî.
Mîna zivistanê bû
wê rojê,
riwê te
Ji niskave
bi ser giriyekî de
Rijiya.
Mîna vê rojê bû
wêneya dawî ya riwê te
ne gewr bû
Hingî min zanî ku
ezê mîna vê rojê
bi tenê
Li bajarekî bê reng
ji giriyê xwe re
Li riwekî bi gerim.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.