✦
✒ ŞİİR

Rondikên Êvarê

Rondikên Êvarê

Mihemed Omer Osman · Şiir
Ligel îskeîsk û giriyê..
Ewra xwînavî ya êvarê
Bi kul giriya.. rondik rêjt
Dilê tije bi pirsyarê

Min got.. ê dibe ku ewr ji ber..
Jana qamçiyê brûskan be..
Bi xumexum lê bikin?
Yan ji bo dîmenê pirr matemînî yê pelên mirî..
Şîn û zar bikin?
Yan ji loma asman wiha bi kul giriya..
Lewra gula ewrê li weşînê ye
Û destê wê qetiyaye ji çiqlê derya!

*

Ez giriyam û kesek nebû ji min fêm bike..
Bû xwelî baxçeyê hêviya min
Ez giriyam û kes nebû dilê xwe yî berfînî bigre dest û
Kirasê min î reş bidirrîne ji ser min

Heta dinya bû sayi.. ez her westabûm..
Kesî qedeha dilê xwe neanî
Û bi ser ve çû surahiyê çavê min

*Generalê Payîzê Li Xurbetê, Avesta, rr: 21-23, 2013
*Deşîfrekirin: R. X.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.