✦
✒ ŞİİR

Rono

Rono

Ehmed Huseynî · Şiir
Li ser bergeha wê oqyanûsa axînê rengên qedera me ji guhanê babelîskan
dihate dotin. Her ko ferhenga rengan di pêxêra (Girê şermolan) de
diçelqiya, rengê qehweyî, dilop dilop, ji qilçix û belgan, ji pîvong û stirîzerkan,
ji bîntengiya keroşk û qitikan, dinuqutî...
Rengê qehweyî ye, rengê zaroktiya me yî qurmiçî ye. Li wê çolistana
tozperest, eger axîn û ax ji dayik bûn, eger şevçirax ji memikên êşê qut
bûn, wê mirî bêrîkirina zindiyan bi cî bikin. Lê jîndar wê çawa qehweyîya
çavê miriyan ji bîr bikin???
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.