✒ ŞİİR
Sîba (Nû)
Sîba (Nû)
Ulku Bîngol · Şiir
'Xemgîn dibim
Ku gul di guldankê de vebe'
Bihost bihost digere li ser vê axê
Ji kevir û kuçikan girantir e
Bablîsokek jî nikare rake
Gemara vê axê
(Li cihen xwe ye her tişt. Xweda jî tirsiya, ji bîrbûyînê)
Gote wî: Kî ye Ezdanê we?
-Û hat jibîrkirin xwediyê gotina ewil-
Gava ku mirin hat, betal dibe êdî peyman
Û li seriyan digere şûr û mertal
Di zeryayan de difetise argûşkên masiyan
Vemiriye gelo êdî zeraqa rojê?
Ka li ku ma heyv, çardehê mehê wek konekî reş e!
Jinek nivîsekê dikute çavên xwe
Ya din stûyê xwe li kindirekî asê dike
-Sîba dê çawa were kuştin
Tu çi dipîvî bi werîsekî?
Devê min di pêsîra welatê te de ye sîba!
Bexçê zeytûna li kîjan aliye?
-Yehûda, ma bîn bi bêçiya xwe re gerandiye-
Ka perestgeha Sîbayê!
-Sêvek hate dizîn ji sînga wêMû li canê Sîbayê bûbû şûjin û ditirsiya ji sewta xwe:
(Sûkek tarî bû..Bajarek di bin dengekî de dima..)
Bi sêvekê didim sînga xwe
Hê êvar e
Heyveronek di kinca de ye
Zelew dikim deriyên xwe
(Di jûrekê de çavên xwe vekir Sîbayê û mijangên wê li
asîmanan ket ...Henaseyên ferîşteyên li çemçelalî xwe,
yên ku xwe bi berfê lefandibû peland..Paniyên keçikek
qemer ji yê wê bêtir qelişîbû.. Zarokek ji nişka ve li nîgaşa
wê asê bû.. Jûr bû du çavên xofgirtî.. Jinekê zêstaniya
xwe bi lez û bez dadanî..Rûspiyekî pisîkek direvand di
bin çengên xwe de..)
Zimînek ket aşê zimanê Sîbayê
(Wek ajalek li ber kêrê bû û qêjiya)
Xweya du çavên şîn yên ku di nav xelekên reş de go:
Huş be Sîba! Jana birînan ji bîr bike, Melekê Tawis ji bîr
bike
Û serê xwe dayne ser çongên wê jinê
(Xayîs ket ferişteya çavşîn û Sîbayê serê xwe danî ser
çongên xewê)
Hespên hesinî li deştekê suwar bûbû
Dev ji nêçîra xwe berdida bazekî jakaw..
Kevroşkek bi dû tajiyekî ketibû
Nepoxfiroşekî şopên zarokan bi ser çiyayekî bêav de
dibir
Di newala Çemê Tîgrîsê de qurrîna beqekî tî bû
Gopalek dikule!
Dê dev ji ewlêd bernade: Hebek genim dizî ji tilmoriyekê
Kuta di guçê kitana xwe de û dada devê dergûşekê
-Dojeh, ma ne li binê çend tewekên jêrzemîna erdê bû?-
Şûrekî (tawankariya her kesî li ser bû) çend sedsalên berê
êrîşî korika fanosekê kir û
parçe parçe kir fanos tev ronahiyê< Ebayekî reş
heft kîşwer zeft kir di derbekê de!
Vala bû êdî hêlîna şalûlê li qeraxa çemekî (du çavên bêrî
bi ber birqa awêneyekê ketibûn)
Dihatim girtin li her derê (Di kêliyekê de hezar navnîşan
hate gotin ji min re. Baz didam û dihatim girtin li her
navnîşanê

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.