✦
✒ ŞİİR

Saqî

Saqî

Şerîf Husên Penahî · Şiir
Saqî! Guzera şew; be fîdatim! Were êre!
Dil tenge, derenge; were sa bade bigêre!

Ta to bî û mey bê; min û dil lêre xemoşîn
Herdû betematîn; were mey bêre binoşîn!

Tînûye demêke çemenî serî baxî ewînim
Em baxe bidêre! Were mey bêne serînim!

Wîstûme ke tenya bim û lem sûçe bimênim
Dîsanewe em barî xeme, kewtuwe şiwênim

Destî xemekem bigre; le meyxane beder ke!
Rêgay mede êre! Were lew meste hezer ke!

Na na! Lêgerê! Bakû bimênêtewe giyane!
Em kotre weylane, dilî girtuwe lane

Bo mey nîye; saqî! Ke pena dênime êre!
Herkes be şerabî xemî cananeyê têre...

Min hemdemî badem;ke xemî sîne be badem
Destim gre gîyana! Were bispêre be badem...

Saqî! Guzera şew; be fîdatim! Were êre!
Dil tenge, derenge; were sa bade bigêre!
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.