✦
✒ ŞİİR

Şevbuhêrken Çiyayên Bêxew

Şevbuhêrken Çiyayên Bêxew

Sebrî Vural · Şiir
Ji şevbuhêrken çiyayên bêxew.
Pirîskên çavên xezala diçûrise.
Li şûna lêvên kenok û gezok
Qesas û etarên nenas!
Biwerbêja xema digerîne,
li nav bajarên evînên wan qaçax.
Teyrikên azadiyê,
Ji nav baxçê hêviyan,birçî radibin ji xew.
Çile ye,dema zûre zûra dêlegurên har
Roj bi roj
Qinek goşt direvînin
           Û
Dikojin dil û gurçikên zarokan
Birîndar e kolanê dîroka kevn(ar)
De ka em bi guliyên helbestên jêkirî,
Bi kewînin devê birînên bêderman.
Daxwaz û serpêhatiyên xwe ,
Ji ribabek têlbawî re dihêlim      
li bin siya hewselê Amed ê
          Û
Li tenișta Dijleya bê Hewar.
                             
02/02/2016
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.