✦
✒ ŞİİR

Sonda Me

Sonda Me

Şehîd Fayiq Bucak · Şiir
Sonda me mirin e di rêya te de welat
Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat
Hinc li me miriye ji bo me ma xebat

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan

Li ser tirba kuştinê kal û pir digrîne
Dil kezebê me gişkan tijî xwîn û birîn e
Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan
Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan

Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin
Liyandin şûna şîr em bi xwînê mijandin
Gazi werin xortno welat çû qedandin

Xwîna me hat firotan pê bikirin Kurdistan
Em êsiriyê naxwazin ji me re rûmettir e goristan
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.