✒ ŞİİR
Stêrka Gayê Elegezê
Stêrka Gayê Elegezê
A. Bedir · Şiir
Şa’ir digo: Heçheçk, li wir moriyan dijumêrin. Gîsinê dengê zengilekî li newalê dikeve.
Mê, kirasê nêr li xwe dike. Jin, wan guliyên kûvî kedî dikin li sermilan.
Stêrka gayê elegezê, siha kadiz didize! Simbil, di aş de şîn dibe. Ba, xaliya tirban bejîng dike.
Sîh, dibe sêra bejnê. Yek, li wir kirasê mijê li xwe dike. Li ser kirasan, nemûşê Filistanan.
Payîz, li esmîn, keziya hespê xayîkuj vedihûne. Sor, li warê gevez datîne.
esirek, di tirba rîs de razabû
*Xemzêm, Weşanên J&J, r: 20, 2016
**Bi destûra helbestvanî ye.

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.