✒ ŞİİR
Tewşê Gundê Me
Tewşê Gundê Me
Qaçaxê Mirad · Şiir
Sibekê nuh, havîna reng,
Binevşê al, tewşê qeşeng:
Bilbilî vir çike-çike
Wê dixûne bîn naçike
û xemilê derwaz-derwaz
Geşevetin li erdê naz:
Kolxoza şa, darê çinar
Li dora wê bûne hefsar.
çarnikala rez û pez,
Lê şîn dikin gulêd devez.
û şew wira xudexudin,
Elektirîk lê dişxudin,
Hêşîn dikin qired berê,
Meriv hewasê nederê.
Kutkê pembû çîle-qerqaş
Li kewşen ra bûne qumaş.
Bin siya daran bayê hênik
Dermêra înk ketiye rik.
Hebêd fitiqî bêdera
Nolî durê li bin behra,
Dikişînin bi çewala
Meriv li dorê hewalin
Binevşê al, tewşê qeşeng:
Bilbilî vir çike-çike
Wê dixûne bîn naçike
û xemilê derwaz-derwaz
Geşevetin li erdê naz:
Kolxoza şa, darê çinar
Li dora wê bûne hefsar.
çarnikala rez û pez,
Lê şîn dikin gulêd devez.
û şew wira xudexudin,
Elektirîk lê dişxudin,
Hêşîn dikin qired berê,
Meriv hewasê nederê.
Kutkê pembû çîle-qerqaş
Li kewşen ra bûne qumaş.
Bin siya daran bayê hênik
Dermêra înk ketiye rik.
Hebêd fitiqî bêdera
Nolî durê li bin behra,
Dikişînin bi çewala
Meriv li dorê hewalin
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.