✦
✒ ŞİİR

Tovê Jîn

Tovê Jîn

Mizgîn Hesko · Şiir
Keçkê: tu derkev ji nav Dûman
ji mafê te ye, jîn û jiyan

Keçê, xelkê gîhan ser Heyvan
û hîn tu mayê dîl û nezan

Tu xwe fêrke, here Dibistan
qet tu megrî, şox û şenga can

Xwe mede bi qelenê giran
Xwe neke Leystikeke arzan

qet jibîr meke: şêrîn ziman
tovê jînê, Filklorê Kurdan

Keçkê: Tu derkev ji bin destan
ber bişkive hiş û raman

Keçkê: Tu derkev ji nav Dûman
ji mafê te ye, jîn û jiyan

Tirbespî 1989
Diyarî bo keça kurd ya ciwan bo hatina 8´ê adarê, cejna jinên cîhanê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.