✦
✒ ŞİİR

Tu Ey Siwarê Hespê Lek

Tu Ey Siwarê Hespê Lek

Fethulla Huseynî · Şiir
‘Ev jî celebekî qels û pelixandîye ji celebên parsekîyê’

Tu hat û li ser mirîyekî peyivî
ewê welat biheje, gerdûn li hevkeve
ji ber te wek min dem winda nekirne
û ji te re
gorîbûn nebûye gemî
pêşerojê te tuneye.., li xwe negere..
li hewa belav dikin li ser bazara
bûkê nagihêne hev..
de ji peyalan vexwin
hevalên mirin ji gencînê Xwedê cûn
nema kes tê..
girîyê me di xelekekê de himbêz dikir
bi hêstiran re belav bû
li refê hechecîkan digerîya
demsala civînê di lîsta kombûnê de bû
golek miciqî.. zuha bû
de min nehêle..
min nehêle.

Ji ‘Ne Wisa Ayetên Dojehê Têne Xwendin’
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.