✦
✒ ŞİİR

Twanewe (Hêlîn)

Twanewe (Hêlîn)

Yusif Mentik · Şiir
awête bûn
le yektirî
twaneweye le jiyanî
prr le 'îşq û
xoşewîstî
çît bo binûsm
lêyi paşgez nabmewe
çende cwanî
çende safî
bejnt rêk
le glasî aw deçî
debme şekru
lenawta detwêmewe
tirsm heye
hênde tallbm
pêt
nexurêmewe..



Kurmancî:

têkelbûna
havdu
helandina jiyana
tejî evîn û
hezgîniyê ye
çi ji te re binivîsim
jê poşman nabim
çiqas xweşik î
çiqas pakîze yî
bejna te rêk
dişibe şûşeya avê
ez ê bibim şekir û
di nav te de bihelim
tirsa min ji wê ye ku
ewqasî tehl bim
tu nikaribî
min vexwî..

*Ji pirtûka Êwaranî Rayin (Êvarên Rayinê)
*Kurmancî û latînîzekirin: Muhsîn Ozdemîr
*Bi destûra helbestvanî ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.