✒ ŞİİR
Vê Êvarê
Vê Êvarê
Egîtê Şemsî · Şiir
Vê evarê ez çûme bal yara xwe,
Wekî bînim h’inarê wê
Bo h’ewasa dara xwe...
Min dest kire nav h’inara,
Xeriqîm ser h’ara xwe,
Şev wecirîm—tire xewne...
Rabûm revîm ç’ara xwe,
Ax yar tirsîya, kire qîrîn,
Go wî bigrin, dîn bû revî...
Hê min tirê gendî xewne,
Dîntî kire qara xwe...
Wekî bînim h’inarê wê
Bo h’ewasa dara xwe...
Min dest kire nav h’inara,
Xeriqîm ser h’ara xwe,
Şev wecirîm—tire xewne...
Rabûm revîm ç’ara xwe,
Ax yar tirsîya, kire qîrîn,
Go wî bigrin, dîn bû revî...
Hê min tirê gendî xewne,
Dîntî kire qara xwe...
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.