✒ ŞİİR
Wargihê Şêra
Wargihê Şêra
Mihemed Şerîf Binxetî · Şiir
Dara min di zivistanê de bê av dimîne
Berpirs bi girafêt digere xwe dihejîne
Dijmin di nava hestû de mîjî dimijîne
Netewe bi birçîbûnê nayên windakirin
Nav û zimanê min dixwazin were rakirin
Derdê dîrok û dayîkê nayê jibîrkirin
Navê min evîne ji evînê mame bê par
Memo dîl bû ji ava miradê hîç ne vexwar
Hêjî zindan tariye mirovatî dike zar zar
Ramyar çira xwe melûl neke nevemirîne
Ramanê rast geşke li gel milet ragihîne
Ev çarenûse ne yarîye yan pêkenîne.
Berpirs bi girafêt digere xwe dihejîne
Dijmin di nava hestû de mîjî dimijîne
Netewe bi birçîbûnê nayên windakirin
Nav û zimanê min dixwazin were rakirin
Derdê dîrok û dayîkê nayê jibîrkirin
Navê min evîne ji evînê mame bê par
Memo dîl bû ji ava miradê hîç ne vexwar
Hêjî zindan tariye mirovatî dike zar zar
Ramyar çira xwe melûl neke nevemirîne
Ramanê rast geşke li gel milet ragihîne
Ev çarenûse ne yarîye yan pêkenîne.
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.