✦
✒ ŞİİR

Welat Im

Welat Im

Dilêrê Kurd · Şiir
Ji min zêdeye lingê xwe radim
kesên bi temen ji wan re qadim
Ser ditewînim piştê ba nadim
aştîxwaz û serbest û azadim

Hêvî û omîd daxwaza gelim
buhara rengîn bi gul û pelim
Her çar demsalan tim geş û belim
li dijmin nome xaza xerdelim

Elîf bême di destên mindalan
çîrokim çîroka Memê Alan
Serpêhatiyên hezarê salan
şûr kişandin ne vegerî kalan

Stran û helbest û nivîsokim
ramanê li ser bergê dirokim
kêşeya kurdim bingh û kokim
xwedî rûpelim nexş û dîrokim

Welatim Kurdistana bav û kal
laçînê Berzanî me di dest al
şoreşa cîhanî me ezim zal
natewim û naşikêm sed û sal

Sermedî her gav û wext dimînim
Dilêrê Kurdim volqan û jînim
Nameya gerdûnê tim dixwînim
sal û meh û roj û şem û înim.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.