✦
✒ ŞİİR

Welato

Welato

Mihemed Ezîz Şakir · Şiir
Mi ji kan’yên te dimêtî, ava jînê ey welat
Lewra dilsizim ji bo te, min dil û can kir xelat
Ew êzingê tête sotin, ezim bo newrozê te
Ez xunavim tim dibarim, ser pelên lîlozê te

Ez bi gorîkim welato, can û mal pez û kerî
Tev ji bona te erzane, herdu çav cerg û serî
Sed silavan rêdikim ez, bo kanî û lîlavê te
Têr nebûm ez qet tucaran, ji ava solavê te

Ez li zevyên te bibarim, wek reştavên bihara
Avbidim wan gulşenên tî, mazî çam û çnara
Mi j’ te hezkir ji dil û can, pirtir ji ronya çava
Hezkirina te welato, day’ ser a dê û bava.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.