✦
✒ ŞİİR

Xew Lê Herimî

Xew Lê Herimî

Bêrî Bihar · Şiir
Dîsa şev di nava xwe de qehirî.
Xewa şevê lê herimî…

Ewrên bar(an) giran,
Ji şevê reştir,
Bi ser de digirî,
Lehiya hesiran diherike hêdî hêdî,
Wek biçe diziya feqîran,
Li kolanên bêxwedî,
Hêdî hêdî dilivînin sivêrnekên pûş…

Xewherimî,
Dijwarî,
Di dil de dilîze,
Heman şanoyên wateşûr,
Qetla gumanan dike,
Bi peyv û hevokan…

Her tişt bi ser de tê,
Dibe qûbik.
Girek bilind, ser sipî.

Heman xerabî cihên xwe dizanin,
şevreşî, Xewherimî,
Xerîbî,
û…
Di nav germahiya hilmek tînnas,
Li nik te dirêj,
Destên xwe dirêj bikî, wê maçî bike.
Hilma evîneke,
Hurik,
Wek kulilkeke hespa,
Herî sipî, çavbelek,
Ew e, maniya li dûrî mayîn,
Ku te,
Bê welat diegilîne,
Siya hilmek germ e,
Te li durîtiyê bi şîr û hûngiv,
Xwedî dike…
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.