✦
✒ ŞİİR

Xewnfiroş

Xewnfiroş

Nûbar Hesen · Şiir
îsal weke her sal
Hat û tûr li milê wî
Lê îsal ne wek her sal
Diyariyên zarokan anîbûn
Tenê hinek kul û xem
û barek hêsir
û çend xewnên pînekirî
di biniya tûrê wî de bûn

* * *

îsal berf nehat
û tû nehatî
û evîn nehat
tenê xewnfiroş
rahişte birînên xwe
û di kolanên şevê de
çû û hat

* * *

ser salek e sar e
ne roj der ket
û ne germiya lêvên te
da dilê xewnfiroş!
û bîna birînek e
pîîîîîîîîîîr
ji kincên wî tê
û çend xewnên birîndar
di nav qermûçkên
riwê wî de
xwe veşartibûn

* * *

ser salek e tarî ye
û roniya dêmên te der nehat
û evîna xewnfiroş
weke binefşek e
pûûûûûûç...........herifî
û dilê wî mîna kulîlkek e piçûk
bi baranê kêfxweş bû
û di kêfa xwe de.....mir!
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.