✦
✒ ŞİİR

Xezeba Çavan

Xezeba Çavan

Necat Baysal · Şiir
Diperitînin ew çavên keskezer
Di wan kêliyên ku awirên min
Dikevin himbêza wan

Kedî dikin hestên min
Di bin siya mijangên ku
Dilê min perçe dikin

De pora xwe bi ser sînga min de
Belav bike
Birûyên xwe bike tîr û kevan
Û
Dilê min bide ber derban
Bila bi qurbana te bin!

*Bi destûra helbestvanî ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.