✦
✒ ŞİİR

Zîlan

Zîlan

Cankurd · Şiir
Ez kevoka çiya me
Ez gula Kurdistan im
Porzêrîn û şox û şeng
Ez bi navê Zîlan im..

Ez heyrana serê wan
Heyrana pêşmergan im
Parêzkarên gelê min
Ez wan bira dizanim..

Bi paqijî, bi zanîn
Ezê serê xwe hildim
Bibim omêda Kurdan
Ez bi navê Zîlan im..

Bi edeb û bi îzan
Ezê çavên xwe kildim
Ji bo rûmeta Kurdan
Her canfîdaya wan im..

Bo min herdem serwer in
Feqê Teyran û Xanî
Bo min herdem rêber in
şêx Saîd û Barzanî..

Xebat kirin ji bo min
Bilind kirin navê min
Ezê li pey biborim
Dil agir û ciwan im..

Da rêya xwe bibînim
Her bi Kurdî dixwênim
Ez keça Kurdistan im
Ez bi navê Zîlan im..
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.