Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Alakyaz(Sing û Berê)

Alakyaz(Sing û Berê)

Aram Tîgran · Şarkı Sözleri
Sing û berê kewa gozel Elegeyaz(Alakyaz)e
Vê biharê wê xemiliye, rez bi rez e
Memkên yarê li bedewê, cot kanî ne
Xalê sûret mîna konê Kurmancî ne

Guliyê yarê mîna çavê ber biharê
Hev girtine fitil fitil têne xwarê
E jî li ser kaw kubarê, bengê Xefûr
Hilda deste û lîlandin sîmê tembûr

Mi go yarê tembûr destê min de heliya
Bo te lawikê xwe kerem ke cotê guliya
Go: Beytono por û guliyê min qumaş in
Hingê mîna te bisewda û bihaş in

Cotê guliya bûn cote meir, li min fenîn
Sazê min ket, tilî û pêçiyê min lerzîn
Mêrg û geliyê Elegyazê girtin dûman
Nizam çi ra bihar li min bû zivistan

Gotin: Eskerê Boyîk
Muzîk: Aram Dîkran
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.