Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Bendê

Bendê

Îsa Hesen · Şarkı Sözleri
Bendê
Hey Bendê bendê bendê lê lê bendê
Te ji bavê te dixwazim cara çendê
Te nadê û her dimînim ez li bendê

Ezê li dûv te bibînim lê lê bendê
Ji bo te ez har û dîn im lê lê bendê
Dimirim go te nebînim lê lê bendê
Dilberê xweş lewendê lê lê bendê

Te ji xuda bitirse lê lê bendê
Carek li min bi pirse lê lê bendê
Ji evînê bixwîn ders e lê lê bendê
Reşrîhana li gundê lê lê bendê

Tiştek ji me maye kêm e lê lê bendê
Bi xulama wan rûdêm e lê lê bendê
Em hev bikin li gundê me lê lê bendê
Tev de herin govendê lê lê bendê

Hey bendê bendê bendê lê lê bendê
Te ji bavê te dixwazim cara çendê
Te nadê û her dimînim ez li bendê

Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.