Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Ez û Yarê

Ez û Yarê

Îsa Hesen · Şarkı Sözleri
Ez û yarê yarê, ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn, em ji hev bi dil bûn
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê

Ezman pir şîn bû, pir di nava rojê da
Çavên min li rê bûn, li hevîya yarê da
Stêr bi hazaran bûn, di nîvê şevan da
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Me govend datanî li nav kulîlka
Me dîlan dikir li ber dengê dîka
Me gulî di hûnan wek hejhejîka
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Ewr pê de hatin, şêv reş û tarî bû
Tenê yara delal, bo min ronî bû
Kunda li ser me xwend, ezman xalî bû
Em ji hev dûrketin ez û yarê û ji Kurdistanê

Ez û yarê yarê ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn Em ji hev bi dil bûn
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Ez û yarê yarê, em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê
Em ji hev bi dil bûn, ez û yarê yarê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê
Me yarî di kir, min û yarê li Kurdistanê

Gotin: Kamûran ji Kîkan
Muzîk: Îsa Hesen
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.