✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Dûr Im

Dûr Im

Xelîl Xemgîn · Şarkı Sözleri
Dûr im ji te dûr im
Dem giran nabûrin
Dûr im ji te dûr im
Roj giran nabihurin
Te nabînim yar
Sal mane stûxwar
Te nabînim yar
Gul mane stûxwar
Durî zor e, zorî kor e
Li bin destê neyar...

Leylanê şevê de
Her dem bîra min de
Xew nayê çavan
Li hêviya rojê mam
Durî zor e, zorî kor e
Li bin destê neyar....

Hêviya dil sibe roje
Em her hene dimeşin
Welat gelek xweş e
Dilêm geş im
Li hêviya rojê me
Li benda rojê me
Bê azadî nameşe

Hêviya dil sibe roje
Em her hene dimeşin
Welat gelek xweş e
Bê azadî nameşe
Evîn gelek xweş e
Bê azadî nameşe

Durî zor e, zorî kor e
Li bin destê neyar....

Gotin: Seyidxan
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.