✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Dereng Neyê Zû Were

Dereng Neyê Zû Were

Hozan Dîno · Şarkı Sözleri
Gula dile min bişkivî, bi baranen evînê
Hevîya hatina te me, dereng neyê, zû were.

Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan
Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were.

Em bi evînên qedexe mezin bûn,
Bêrîka me de ’eynikek û şeyek...
Me bi xwe mezin dikir.
Û xweşikbûyîna xwe li nav xeyalen pêşerojê de
Bi evîndara xwe re vedişart,
Bi çavên şermoke û bi tirseke bê wate
Me heviyan xwe dineqişandin.

Bi xwe re hevî bine. hevî, evîn û jîn e
Barke ser keskê sora, bi rojê bixemlîne.

Hîn neketim bin çavan, hin neketim zindanan
Hin neçûme ser çiyan, dereng neye, zû were

Dema ku em mezin bûn, wê demê em tegihîştin ku
Ger evîn azad be, wê bi wate be
Ji bo wê ye ku em bûn evîndarên welatên xwe
Û emê evîna xwe bi evîndara xwe re di welatekî azad
De parve bikin.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.