✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Qêrîna Amedê

Qêrîna Amedê

Hozan Dîno · Şarkı Sözleri
Çi qas dişewitî ew qas şîn dibî
Lê lê amedê, dilêm amedê
Bi azadiyê re evîndar dibe
Lê lê amedê, dilêm amedê oy

Hatin hatin hatin hevalêm hatin
Rabe amedê, şa be amedê

Çar agir çar dergeh dil çar perçeye
Lê lê amedê, dilêm amedê
Tu evînê nav dila veşartiyî
Lê lê amedê, dilêm amedê oy

Hatin hatin hatin hevalêm hatin
Rabe amedê, şa be amedê

Kulîlkên me avdan xwîna zarokan
Lê lê amedê, dilêm amedê
Pir biçûk bûn hîn zarokên ber bîstan
Lê lê amedê, dilêm amedê

Hatin hatin hatin hevalêm hatin
Rabe amedê, şa be amedê oy.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.