Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Evîna Dilê Min

Evîna Dilê Min

Zinar Sozdar · Şarkı Sözleri
Evîna Dilê min,
Bû bela li serê min
Te ez tenê xistim,
Tu êşa Dilê min

Êdî bes e nikarim,
Ji derdê te ez dinalim
Bi agirê avîna Te,
Her tim bê hal im

De were hevalê,
De were Canê
Ketime bextê te
Çi bikim tu nayê

Roj bi roj dihelim heval
Tu pê nizanî
Ciger dikelin bi êşgiranî heval
Doxtor hekîm derman nedîn
Ji derdê min re tu derman î
Ji kula min re tu derman î

Ez û te bigihîn hev,
Ronî dibe her şev
Xec û Sîyabend bin,
Bila bibê dinya tev

Serbest û azad bin,
Em dilxweş û şad bin
Çar rojên vê dinê,
Miradê xwe şabin

De were hevalê,
De were Canê
Ketime bextê te
Çi bikim tu nayê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.