Şarkı Sözleri, Şiirler,Şairler, Lokmandemir.com.tr
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Pelîstank

🎤 Hanî🌐 KU

Pelîstank

Hanî · Şarkı Sözleri
Hoy dayê dayê, hoy dayê
Şev û rojan min xew nayê
Hîvî û xema, sal û dema
Kirim rêvî le dınyayê
Rojgar û sal û dewûra
Kerrov û befr û bihara
Rêl û rewal, dol û nehal
Dipîvim ez biyabana
Bêkes û bêwar û yar bûm
Hêşta zarok ez hişyarbûm
Ji bona jîneka azad
Li gemya xewna siyarbûm
--Sal û dema kirim rêvî li dinyayê

(Temen bûrî, roj be lez in
Sal û dewran zû dibezin
Nizanim ez çima dayê
Negehiştim xewna mezin?)

Vê perravî û vê benderî
Geriyam cîhan seranserî
Hîvî û daxwaz her mane xew
Keftim jîna derbederî
Negehiştim ez viyana xo
Tenê ez mam semyana xo
Qeder hat û ez dûrkirim
Ji hîlana jiyana xo

Bêkes û bêwar û yar bûm
Hêşta zarok ez hişyarbûm
Ji bona jîneka azad
Li gemya xewna siyarbûm
--Sal û dema kirim rêvî li dinyayê

Helbest: Edîp Çelîk
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.