✦
♫ ŞARKI SÖZLERİ

Sozî Bawkêtî

Sozî Bawkêtî

Karwan Osman · Şarkı Sözleri
Le nêw em gella werîne, baran laşim eşwatewe
Her dillopêk lem barane, sozî tom bîr exatewe
Soz û nazî pirr le hestî bawkêtî to
Ke le nakaw bo diwayîn car le bîrma bû

Ew seferey kirdit zû bû
Babe zû bû be cêw hêştîn
Yecgar zû bû be cêw hêştîn

Legel koçta gella werî, tenhayî rûy le jînman kird
Hezaran yadgarî ciwanîş bûne jurêkî sard û sirr
Çawim kwêr bê nembînî diwa serincî mallawayît
Heta têr baweşit piya kem, biçêjim sozî bawkêtît

Hîç hestêk be sozit nagat
Babe zû bû be cêw hêştîn
Yecgar zû bû be cêw hêştîn

Ke êwaran rû le şar û kollanekey ême deka
Hawrêkanim be xendewe berew pîrî bawkyan eçin
Her be tenha ême nebê le kollana
Be milkeçî û kollê firmêsk le çawana
Çawerrwanîn wekû caran leserî kollan derkewî

Ew seferey kirdit zû bû
Babe zû bû be cêw hêştîn
Yecgar zû bû be cêw hêştîn
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.