✦
✒ ŞİİR

Agirê Êtûnê

Agirê Êtûnê

Roza Metîna · Şiir
di nava xirecira esrek teng de
wekî melodiya bilûrek xwe li xemsariyê danîbe
pûç dibûn,
şîretên ku bihust bi bihust
li rûyê min diqelibîn û li min nedihatin rehmê
qulingên bi baweşîna niviştên nêçirvanan
roja koça xwe şaş kiribûn
bi nikilên xwe,
xebroşkên di tûrikê dayikên kitanspî de
ji min re bi rê dikirin
sondên li ber fediyê nediketin
û li cênîka rûsariya min brûsk vedidan jî
agirê êtûnê yê kevir diheland
geş dikirin
li deriyekî bêqufle digeriyam
da ku cangiraniya min
ji sibeha şerûdan re
biba tiberk
da ku lomeyên bêyom ên li min eyan dibûn
li ser koka min rûneniştana.


*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 16
*Bi destûra helbestvanê ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.