✦
✒ ŞİİR

Bêjinga Vejînê

Bêjinga Vejînê

Roza Metîna · Şiir
dilê xwe nebijîne bêdengiya min a sar
ya li ber guhekî ker dinale.
ew di quncikên çar dîwaran de
mizgîniya hêviyên te yên di bêjinga vejînê de
tenê, bi çîrokeke sêwî hatiye hiştin, dide bihîstin.
li kurtîlek nan bihesilim jî
li xwe danaynim, bê dilê xwe
bi bêdengiyek stûxwar
temenê bextewariya te kin bikim.
qesasên tenêtiyê be jî gotinên te
nabim kefîlê risteyek
ji ricifa sî û ronahiya findek li ber tefandinê.

*Ji pirtûka wê "Tilîya Qereqûçkê" r: 13
*Bi destûra helbestvanê ye.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.