✦
✒ ŞİİR

Baqê Kezî

Baqê Kezî

Seydayê Tîrêj · Şiir
Kurdo rabe ser hilde ji xew
şev çû îdî berbange ye

Rojê ji reş va hilveda
Pir gulşen ûpir şûle ye

Rewşen dikî çol û beyar
Gulşen dikî koh û zinar

Dijmin li dor te çarkenar
Girtin kemîn û helqe ye

Bê deşt û zozan û xelat
çwa dikî îro tebat

Carek binêre tu l`welat
Yekser dijî pêgane ye

Bes ke xewê ey bê mecal
Rabe bi yekîtî û heval

Azad kevê qada delal
Ew mesken û warê te ye

Bizan bi sed ax û xwezî
Dest naçe ser baqê kezî

Dijmin şivan e tu pezî
Sed gur binêr li dora te ye

Dengê me çû çerxa felek
Hîşyar kirin îns û melek

Rabe ji xew vêga demek
Tîrêj dem û dewra te ye
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.