✦
✒ ŞİİR

Berfa Sîpan

Berfa Sîpan

Seydayê Tîrêj · Şiir
Cana tu naz û rindî, wekî Keja li Amed
Tuyî Xeca çelengî, ezim îro Siyamed

Sîng û berê te bozin, befa Sîpan û Serhed
Gerden bilûr û mercan, bi yaqût û zibirced

Tucar terka te nakim, bi qelsî yan bi xurtî
Pesnê te her dibêjim, bi tikrayî bi xurtî

Dixwim sûndê bi êlim, bi wî kalê veşartî
Elifba ez dixwênim,hê ez neghame ebced

Di nêv baxê Gulîzar, bi rewşa xwe tu sorgul
Li ser te ez dixwênim, wekî şalûl û bilbil

Bi dîdara xwe ey can, derman dikî dilê kul
Li ser taca keya xweş xuyaye, rengê kumbed

Li ser rêça evînê, Tîrêj ne dîn û şaş e
Cawê wî pir giran e, hemî çox û qumaş e

Ne wek dexok dibêjin ku, kevnemal belaş e
Tu guh mede ne çakan, ji destê xwe tu bermed
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.