✦
✒ ŞİİR

Bes e Felek

Bes e Felek

Mehmet Hacioglu · Şiir
Qaçax maye zimanê min
Wek vê çaya destê min de
Bûne kavil hêviyê min
Li kolanê dilê min de

Ku min pişt da kîjan zinar
Bû xwelî w hat ser bi min de
Felek rokî nekenandim
Çem in hêsir dêmê min de

Negehiştî jîr weşandin
Neman fîkî d`darê min de
Bilbil êdî neke şêqîn
Nemane gul baxê min de

Welatê min ma çar parî
Bûye kabûs şevê min de
Felek bes e bêwûjdan î
Xelas derman çokê min de

Her wext li me çep zîvirî
Rojek natî rastê min de
Penaber im ji çar alî
Nema kes reşkonê min de
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.