✒ ŞİİR
Bijî Newroz e
Bijî Newroz e
Receb Dildar · Şiir
Berî Nusêbînê
Dûxanên bilind xuyakirin
Dikirin kêf û şayî
Li nav ezmanên sayî
çavan li hev dişkandin
Silava newroz e.
Hêla din Qamişlo
Li dora agirên xweş
Dikeniyan rûyên geş
Biçûk û mezin milmilî
Bi govend û tilîlî
Dibên newroz e.
Nusêbîn xemilye
Bi qîz û bûkên
çavbikil û devliken
Temezîyên milên wan
Kulîlkên destên wan
Her sê rengên şêrîn
Bûne deryayek evîn
Hêvîyan geş
çavan ronî dikin
Ala newroz e.
Piştî tilîlîyan
Sînor nasnekirin
Dûxanên newrozê
Wekî evîna du dilan
Bi hesreta çend salan
Bi ramûsan û hezkirin
Hevdû hemêzkirin
Li ser Nusêbîn
Li ser Qamişlo
Bijî newroz e.
Dûxanên bilind xuyakirin
Dikirin kêf û şayî
Li nav ezmanên sayî
çavan li hev dişkandin
Silava newroz e.
Hêla din Qamişlo
Li dora agirên xweş
Dikeniyan rûyên geş
Biçûk û mezin milmilî
Bi govend û tilîlî
Dibên newroz e.
Nusêbîn xemilye
Bi qîz û bûkên
çavbikil û devliken
Temezîyên milên wan
Kulîlkên destên wan
Her sê rengên şêrîn
Bûne deryayek evîn
Hêvîyan geş
çavan ronî dikin
Ala newroz e.
Piştî tilîlîyan
Sînor nasnekirin
Dûxanên newrozê
Wekî evîna du dilan
Bi hesreta çend salan
Bi ramûsan û hezkirin
Hevdû hemêzkirin
Li ser Nusêbîn
Li ser Qamişlo
Bijî newroz e.
İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.