✦
✒ ŞİİR

Bo Rojîn û Xelîl

Bo Rojîn û Xelîl

Ehmed Huseynî · Şiir
Li bin konê xerîban
Dergûşa xwedawendan bihejînin!
Neynûkên xwe
Di çavên qederê de daçikînin!
Goristan bi goristan
Li min bigerin
û dara mirinê
Li ber serê min biçînin..!
Li min bigerin
û di daristana êşê de
Pirtûka Janê bixwînin!
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.