✦
✒ ŞİİR

Durr û Mercan

Durr û Mercan

Qasimê Xelîlî · Şiir
Dest pê kir bi awirê te
Agirekî pirî gurî
Rapêçandim agirê te
Fermo dil va ye vekirî

Agirê herî xweş tu wî
Ez nadim yek tayê muwî
Bi behiştan û Îreman
Ey ferişta ku dil birî

Durr û Mercana vî dilî
Bi yek car cîhan xemilî
Her der bûn cejn û mihrîcan
Dema tu kenî w bişirî

Xwîn li wî kenî dikelê
Kenê te dîtbane Melê
Nedidanî l`ser dilberê
Wê Dîwan daba agirî

Şairê deşt û beyaban
Ger hemû tev lev gihaban
Nedikarîn binivîsin
Helbestek wek te şekirî

Were hest û helbesta min
Armanc û yar û qesta min
Qaso ji roja ewil ve
Li ser evîna te mirî

02.11.2017
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.