✦
✒ ŞİİR

Er’erxerama Bi Qedd û Qamet

Er’erxerama Bi Qedd û Qamet

Melayê Cizîrî · Şiir
`Er`erxerama bi qedd û qamet
Yek bûse da me bi sed qiyamet

Yek bûse bexşî ewwel bi ihsan
Axir li min kir curm û xeramet

Ji jeng û zerqê dil da bişûtin
Cama sedef bên rend û keramet

Ji herdu çeşmên tey mest û xwînrîz
Nûra du çeşman kê dî selamet

Li derd û êşan peykan û nîşan
Me ji herdu çeşman kifş in `elamet

Riswayê `işqê tenha ne ez bûm
Kes dî zemanan hub bê melamet

Du secde ferd in fi l-hal bibîn ber
Dema xwiya bin ew qedd û qamet

Da `eybê rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmin biha tesamet

Mela li `umrê bêfeyde borî
Kêşa bi zor an qehr û nedamet
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.