✦
✒ ŞİİR

Ewwel Ko Yarê

Ewwel Ko Yarê

Melayê Cizîrî · Şiir
Ewwel ko yarê da me yek zerreyek `inayet
Qismet me xemr û cam e di deftera hidayet

Husn û cemala canan nadêritin tu payan
Herçi nebit bidayet esla nehin nihayet

Feyda `ulûmê hikmet cama sedef ko gêra
Me ji destê muxbeçan dît bi mishef û bi ayet

`Arif heta nenoşî ji destê meyfiroşî
Xaib nebû ji hişî peyda nekir wilayet

Gunah û zuhd û tamat hilnagirit xerabat
Kesê bi vî derî ret divê bikit ri`ayet

`Işqê ji herdu çeşman ewwel di dil eser kir
Lê zerre zerre axir sotin kir û sirayet

şaki s-silahi herdem bi kuştina Melê bit
Gazindeyan ji kê kim ji kê bikim şikayet

Cama di destê şahid jengê ji dil dişûtin
Pîrê muxan ji rendan weh-weh dikir riwayet

Etwarê `işq û mestî esrar-i butperestî
Teqrîr-i sed riwayet nakit li bo kifayet

Li-yetme`inne qelbî `eynu l-yeqîn dibexşit
`Eynu l-`eyani divêtin kafî nehin dirayet

Mîrî yû padişahî mûyek li nik Melayî
Nadim bi mulkê `alem yek zerreyek `inayet
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.