✦
✒ ŞİİR

Ey Rebê Rehman

Ey Rebê Rehman

Seyfedînê Welekorî · Şiir
Ey Xweda’yê şev û rojan
Tu qadir î li ser hem û tiştan.
Dibînî helê me mezlûman
Tu me xilas bikî ji zumla zaliman
Em jî bibin xwediyê cîh û mekan
Bibin xwedî dewlet wek hemû mirovan

Lewra ji mera jî dibêjin însan
Lazime ji bo me jî maf û jiyan.
Me nabê qetlî’am û kuştin û talan
Me nabê zilm û zor ê namûs bên firotan.
Tu li serme biguhirînî vê qedera han
Tu me sitar kî Ey Xweda’yê Dilovan

Kurdistan nemîne biçare ji dest zaliman
Dor li welatê me girtine wan qatilan,
Agir pêxistine li ser gund û bajaran
Xeravkirin war bi war kolan bi kolan
Dîrok û xwezahiya me kirine talan
Ey “Xweda’yê Settar û Dilovan
Tu me xelaskî ji zulma ecem û ereb û roman,
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.