✦
✒ ŞİİR

Ez Dibêm

Ez Dibêm

Selahedînê Gimgimî · Şiir
Ez dibêm Leyla me jî efsûni kir’ye ey derîx
Ciyyê min tim çol û hamûn e wekî Qeys ey de

Bulbulê dil wê çewa firyad û fîxanan neke
Wî diye wê xunçeyê ba qirş û qalan ey derîx

Barezûyê rûyê Yûsuf bo me ra Ye‘qûb e dil
Zar û mehzûn der vê koxê şînê dunya ey derîx

Nazenînê we‘da maça lêva xwe daye welê
Wê heta îro vê we‘dê naniye cî ey derîx

Bulbula! Ser xwestina teqdîra wê roja ezel
Ey felek carek negerya ber miradim ey derîx

*Wezn: Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa‘ilatun/Fa’ilun
*Ji dîwana wî Derdê Welat, r: 117, 2018, Nûbihar
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.