✦
✒ ŞİİR

Ez û Tu

Ez û Tu

Soran Amed · Şiir
Gula biharan tu yî
Sorgul û reyhan tu yî
Ji dil re derman tu yî
Ceger kir biryan tu yî

Ê dilşewitî ez im
L’ zindanê girtî ez im
Dil bi kul, nalîn ez im
Fîxan û gazîn ez im

Cejn û Newrozam tu yî
şewq daye cîhan tu yî
Kuştim bi çavan tu yî
Bêdîn û îman tu yî

Bêruh û bêcan ez im
Neçar perîşan ez im
Dane ber topan ez im
Heleb û Koban ez im

Xweşik û narîn tu yî
Gul jê dibarin tu yî
Lêv ji şekirîn tu yî
Dua û amîn tu yî

Li çola pêxwas ez im
Aşiq û gernas ez im
Matem û hem yas ez im
Dilbirîn îlyas ez im
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.