✦
✒ ŞİİR

Te Dixwînim

Te Dixwînim

Soran Amed · Şiir
Te d’xwînim helbesta min î
Te digerim deşta min î
Kenişt û mizgefta min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Mecnûn im tu Leyla min î
Fikra min xeyala min î
Newroz û sersala min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Zîna min î jîna min î
Ferhad im şîrîna min î
Ser te dîn im dîna min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Roja min î hîva min î
Dev û çav û leva min î
Bê te nîv im, nîva min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Dicemidim germa min î
Dişewitim serma min î
Melhema birîna min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Nexweşim doktora min î
Êdî bes e dora min î
Te dixwazim tu l’gora min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Gewra min î reşa min î
Tehl û tirş û xweşa min î
Ronî û şevreşa min î
Keçka filleh ji dîn kirim

çarda min î pazda min î
Ta hebim tu sewda min î
Xweşik û hem rinda min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Va dibêjim yara min î
Nadim kesê para min î
Ne carek sedcar a min î
Keçka filleh ji dîn kirim

Cana min î jana min î
Jiyan î, jiyana min î
Kurdim Kurdistana min î
Keçka filleh ji dîn kirim
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.