✦
✒ ŞİİR

Hovîtî Bê Sînor e

Hovîtî Bê Sînor e

Feratê Dengizî · Şiir
Merheba hostê min hey hostê rêzan
Tu zanî me kişand pir derdên giran
Hînê jî`m dikşînin hayê te hebe
Li me zor bi qît e tevayê cîhan

Seydayê `m te bang dikir l`heval Robson
B`dilê pak û hêvî j`bonî însan
çi reşik çi spî wekhev û bira
Mixabin reşika mil da zordestan

Dan destê neyar serokê me kurda
Emperyal bûn yek reşik jî bi ser da
Ji bonî aştî rewş zehf dijwar e
Welat bi şewat `Ciger xwîn` bi ser da

Apê me yî Mûsa kalê bi heybet
Birûmet ji me re j`gelan jî taybet
Wî ji me qetandin sîxur û kedxwar
Bû kulek pir kûr hey ji bîr nabe qet

Civak tije bûne bi pozgirîska
Bêvil her diweşin nabên namûs ka
Roja aştiyê hovîtî bêsînor
Ferat bibirîne bi derbên birûska

01 Rezber 2001 / Ordî
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.