✦
✒ ŞİİR

Ji Bo Seydayê Tîrêj

Ji Bo Seydayê Tîrêj

Dilawerê Zengî · Şiir
Tîrêj bixwe tu tîrêj î
Tu roniya gelawêj î
Tu lemser û sitêra ban
şeveq li ezmanê welat

Te ronî kir li me ev rê
Xebat bi me çiqas xweş tê
Tu hozan û tu rêzanî
Rêberî Tîrêjê welat

Seydayê min bestevan î
Pesindarê Kurdistan î
şîretvanê helbestvana
Lehengê van kar û xebat

Wekî findê tu vêketî
şiyar kir kesên raketî
Xwe disojî, ronî didî
îro li çar goşê welat

Bi dengê xwe`y zîz hawar kir
Te pênûsa min şiyar kir
Hêrs bi xurtî daye milan
Ji te min nas rêça felat

Em Kurd divên, rizgar bibin
Ne roj bi roj j` hev par bibin
Bi yekîtî û dilsozî
Bi dilrastî bikin xebat

Xebatkarên ji bo şûnkar
Ji milet re nabin xembar
Bûn narvîna gelê Kurd
Winda kirin, doz û welat

Divê nezan wer nemînin
Tim xwariyê rast nebînin
Ji dozê wa pir dûr ketin
Mizgîn li we “XELAT”(*) va hat.

Ez çi bêjim ez bi qurban
Sed bilbilê baxê Botan
Di pesnê te`d lal e ziman
Ji rengê me ceger şewat

Têne sotin wek mûme ne
Zana l`ber ronya me ne
Ronakbîr û hozanî tu
Ji bo milet, ji bo welat.

(*)Xelat: Navê dîwana seydayê Tîrêj ya yekemîn e.
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.