✦
✒ ŞİİR

Lîsa

Lîsa

Fatma Savci · Şiir
Lîsa!
pê dihesim,
destên te bi ewrên pembûyî yê zarokatiya min ve asê man
û piyên te Xecîcokên sor yên Newrozê ji xwe re birin…

Zanim dilê te perperîka şîn bû li ser gula hîroyê datanî
Bejna xewna te bilind…

Tu bi qedrê çiyê kî Lîsa, nebêje êdî dişikim difirînê de
Bihesibîn ku tu stêrikeke pêxistî yî de destana evînê de
û li ser banên şevên havînê,
Di himêza destanên kevnar de
her du çavên zarokiya me ber bi te ve ne…

Baskên xwe fireh veke qubanê,
hîna ji xewna me ya şîn re heftê û heft firîn hene…

(Ev helbest bo keça delal Lîsa çalan e)
Ji hejmara 9`an ya kovara Rozayê
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.