✦
✒ ŞİİR

Li Ser Sînga Demê

Li Ser Sînga Demê

Sêfedîn Qadirî · Şiir
Li ser sînga demê
Melevanê kelekê me
Geh li vê hêlê
Geh li wê hêlê me
Carna li nîvê rê me
Berî elend û berbangê me
Li ser pêsîra rast û çepê me
Piştî tarîyê me
Li hêviya gewriya rojê me
Di xewna xewnê de me
Tim bendewar û guhdar lê me

* * *
Li ser sînga demê
Di cirîda hemdemê
Ji paxil û lemê dikim nêçîrê
û diçînim sêv û hinarê
Hêdî hêdî nêzîk dibim ji qolanê
Da ku li bin siya dare maç kim zerî kubarê
(xanimê )

* * *
Li ser sînga demê
Hatim û çûm dîsa têm
Digel bayê evînê, hîn û hezkirinê
Digel pişkiftina gulan
Werzê evîndaran
çaxê xwendina kewan
Himbêzkirina dost û yaran
Têm û têm

* * *
Li ser sînga demê
Siwarê deynasorim
Bazê Sîpan û Xelat im
Xwedanê şaristanîme
Bi asoyên vekirîme
Jiyana bi gul û beybûnim
Berî her tiştî mirovim
Pîrozim
Lê belê fêkî yê jiyanê me
Guldana gerdûnê me
Ez heme û dê hebim
Kurdim Kurdim.
* * *
TOPLULUK

Okuyucu Yorumları 0

Bu içerik hakkında düşünceni paylaş, diğer okuyucularla sohbet et.

💬
💭
Henüz yorum yok

İlk yorumu sen yap ve sohbeti başlat.